Koordînasyona PAJK’ê: Şoreşa Rojava wê rê ji serdemeke nû re veke

NAVENDA NÛÇEYAN – Endama Koordînasyona PAJK‘ê Jiyan Lava diyar kir ku dixwazin gel fêrî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin. Lava ji bo şikandina  tecrîda giran a li ser Ocalan û têkbirina êrîşên li ser gelê Kurd banga bilindkirina tekoşînê kir. Jiyan got:ʺ Şoreşa Rojava wê rê ji serdemeke nû re vekeʺ.

Lava ji ANHA’yê re axivî û got, ruxmî hemû êrîş û fişaran, di 40. salvegera PKKê de, weke meclîsa PAJKê li hev kombûne û di vê pêvajoya hesas de civîna meclîsa xwe ya salan e li gorî xeta berxwedêr a Endama Rêveber a PKK û PAJK û di heman demê de Endama Konseya Fermandar a HPG û YJA-Star Delal Amed li dar xistine. Lava got:‘’ Rêhevala me Delal Amed ku fermandara PAJK‘ê ya xeta Şerê Şoreşgerî ye, ji rojeva yekem heta rojeva dawîn di nav hemû nirxandinên me de bi sekin û beşdariya xwe mora xwe li civîna me dayeʺ.

Endama Koordînasyona PAJK‘ê Jiyan Lava diyar kir ku civîna meclîsa PAJK‘ê ji Delal Amed re hatiye diyarîkirin. Her wiha pratîkkirina biryar û plansaziyên ku hatine destnîşankirin û ji bo bidestxistina serkeftina misoger jî diyar kir ku wê di rêgeha xeta şehîdan de bimeşin.

‘Tecrîd berdewamiya komployê ye’

Jiyan Lava diyar kir ku di vê civîna meclîsê de tespîta normalîzekirina tecrîda mîna bêdengiya mirinê ku ji 5‘ê Nîsana 2015`an ve li ser Rêberê Netewa Demokratîk Abdullah Ocalan tê meşandin kir ku ev tecrîd jî weke berdewamiya komploya navnetewî ya ku 15‘ê Sibata 1999`an bi esareta Îmraliyê şêwe girtiye.

Lava got ku yekemîn mudaxeleya şerên parvekirina metîngeriya ku li ser Rojhilata Navîn dimeşe, li dijî Rêberê Netewa Demokratîk Abdullah Ocalan pêk hatiye. Lava di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:ʺDi paralela şerê hilweşîner a ku li Rojhilata Navîn a navend Kurdistan dimeşe, polîtîkayên cînsiyetperest û mîlîtarîst, bi tecrîda Rêbertiya me bi hemwextî dimeşe. Nêzîkahiya ji bo Rêberê me ku nasname û îradeya jin û gelan e, nêzîkahiya ji bo jin û gelan e. Serokatiya me rêgeha afirandina dîroka azad a gel û jinan û înşakirina civaka exlaqî û demokratik vekiriye. Serokatiya me ku perspektîfeke nû ya dîrok û civakê ronak kiriye, di heman deme de amûrên herî bi bandor ên têkoşanê birêxistin kiriye, stratejiya şoreşa gel û jinan, weke Konfederalîzma Demokratîk-Xweseriya Demokratîk û projeya azadiya jinê şênber kiriye. Şoreşa ku li Rojava û Bakûrê Sûrî tê jiyankirin îspata vê ya herî xweşik e.ʺ

‘Şoreşa Rojava wê rê ji serdemeke nû re veke’

Lava got ku şer, hilweşandin, zilm, newekhevî û cînsiyetperestî mohra xwe li sala 2017‘an daye û wiha dewam kir:ʺŞoreşa Rojava wê rê ji serdemeke nû re û her wiha rê ji çareseriya demokratîk, azad û wekhev ji pirsgirêkên civakê re veke.ʺ Lava di berdewamiya axaftina xwe de got;ʺLi hemberî hêzên sîstema kapîtalîst ku dijberî jin û civakê ne û her wiha xwedî polîtîka û projeyên cînsiyetperest in, têkoşîna azadiyê bi awayekî herî berfireh hevpariya bi hemû jinan re dixwaze. Li gorî vê li hemberî faşîzmê û sîstema kapîtalîst, şoreşa jinê ferz dike.ʺ

Jiyan Lava got, pêşveçûnên ku li Bakûrê Sûriyê çêdibin, kelecanê dide û ev der cihê herî guncave ku di Rojhilata Navîn de hevpariya jinan û pêngavên şênber werin avêtin. Lava diyar kir ku di civîna wan de derbarê vê mijarê de asta biryardariyeke girîng bi dest xistine û wiha berdewam kir:ʺDivê bê zanîn ku şerê heyî wê hê bêtir berdewam bike û ji ber vê jî bi vê zanebûnê divê hêza parastina jinê bêtir were mezin kirin. Her wiha jin ku garantiya şoreşa Rojava ne divê bi vê zanebûnê werin perwerdekirin. Dîsa ji bo înşakirina civakeke exlaqî, polîtîk û demokratîk divê jinên Kurd, Ereb, Ermenî, Suryanî û Asûrî ji perwerdeyên akademiyan derbas bibin. Ew jina ku di her mijarê de bêtir têdigihîje û dikare xwe biparêze dema ku pêşengtî ji civakê re bike, ew civak civakeke bi hêz û hevgirtiye.ʺ

(kc)

Show More
Back to top button