Amadekariya lidarxistina kongreya hevjînên şehîdan tê kirin

QAMIŞLO – Komîteya Amadekar a kongreya hevjînên şehîdan, bi dayîk û hevjînên şehîdan re civiya.QAMISLO-CIVIN-HEV-JIN (5)

Desteya Malbatên Şehîdan amadekariya kongreya giştî ya hevjînên şehîdan dike. Di vê çarçoveyê de Komîteya Amadekar a Kongreya Giştî ya Hevjînên Şehîdan a girêdayî desteyê bi dayîk û hevjînên şehîdan ên navçeyên Girkê Legê û Tirbespiyê re dicive û li nêrînên wan guhdar dike.

Di civînan de bi dehan dayîk û hevjînên şehîdan amade bûn. Civîn bi rêzgirtinê dest pê kirin, piştre nameya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dayîk û hevjînên şehîdan hat xwendin.

Di berdewama civînan de Endama Rêveberiya Komîteya Amadekar a kongreyê Medya Mihemed û Endama Rêveberiya Kongreya Star Nesrîn Mihemed axivîn.

Di axaftinan de bal hat kişandin ser rola şehîdan di rizgarkirina herêmê de û hat zanîn ku bi saya fedekariya wan Sûriyeke Demokratîk û Federal tê avakirin.

Her wiha hat diyarkirin ku şehadet ne mirin e, lê wateya rast a jiyanê ye û banga xwedîderketina li keda şehîdan û şopandina riya wan hat kirin.

 (mm)

ANHA

Show More
Back to top button