Jinên Qamişloyê cara yekê firneyek vekirin

MÛRADA KENDA

QAMIŞLO – jinên Qamişloyê gaveke din ber bi aboriya xweser a jin ve avêtin û cara yekê firneyeke nan vekirin.QAMISLO-VIKRNA-FIRNI (2)

Jinên Qamişlo yên ji Taxa Xerbî destê xwe dane hev û firneyek pêjandina nan li taxê vekirin. Di vê firneyê de 5 jinên Kurd û Ereb ku temenê wan di navbera 20 û 50 saliyê de ye, dixebitin. Firne ji saet 06.00’an hetanî 13.00’an ji bo welatiyan nan dipêje.

Yek ji jinên ku di firneyê de dixebitin Evîn Xesûç a 33 salî ye. Evîn girêdayî girîngiya vekirina vê firneyê di warê geşkirina aboriya xweser a jinê de dibêje ku “Jin di her derê de cihê xwe bi awayekî serkeftî digire û aboriya wê hêza wê bi ser dixe.”

Jinên ku firne vekirine yek jê di aliyê geşkirina aboriyê de gevekê davêjin, hem jî çanda kevnar a pêjandina nanê tenûrê vejîn dikin.QAMISLO-VIKRNA-FIRNI (3)

Vekirina vê firneyê barê firneyên din jî sivik dike û pêdiviya welatiyên taxê jî bi cih tîne. Evîn dîsa tîne ziman ku vekirina firneyê ji bo welatiyan bûye cihê kêfxweşiyê.

(he)

ANHA

Show More
Back to top button