Komploya Navdewletî têk çû ye

Jinên navçeya Girgêlekê helwestên xwe ya li hemberî tecrîda giran ya li ser Rêber Abdullah Ocalan ji Radyoya me ra anîn ziman û Komploya Navdewletî şermezarkirin.

jina bi navê Eqîde Osman axifî û wiha got: Komploya Navdewletî ya li ser Rêber APO têk çûye, ji ber ku gel bi fikir û felsefeya wî xwe bi rêxistin dike û bi taybet em weke jin hêz û îradeya xwe ji Rêberê xwe digirin. Tirkiye tu carî nikare me ji vî fikirî dur bixe.

Eqîde di nav gotinên xwe de bêdengiya navdewletî û ya cîhanî  ya li hember tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan, şermezar kir û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku tecrîdê rakin û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bikin.

Her wiha Jina bi navê Esma Samî girêdayî heman mijarê ji Radyoya me ra axifî û wiha got: em tecrîdê bi tundî şermezar dikin, dewleta Tirk a dagirker li hember daxwazên gelê kurd siyaseta çewisandinê dimeşîne û wiha domand: “Armanca Tirkiyê ji tecrîda giran ewe ku me û Rêberê me ji hev dur bixe, lê belê em ji Tirkiye ra dibêjin ku fikirin Rêberê me azadin û li ser ruyê erdê pêk tên”.

Esme di dawiya gotinên xwe de berxwedana Leyla Guven silav kir û diyar kir ku ewê ji buyî bi dawî kirina tecrîdê berxwedanê bilintir bikin.

Lîlav HESEN

Show More
Back to top button