HPC-Jin li Qamişlo meş li darxist

Îro bi sedan endamên Hêzên Parastina Civakî-Jin (HPC-Jin) ên kantona Qamişlo ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan, şermezarkirina komploya navdewletî û piştgiriya çalekiya Leyla Guven meşekî girseyî li dar xistin.

Meş ji çerxerêya taxa Qudûrbeg a bajarê Qamişlo destpêkir, di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, wêneyên Leyla Guven û alên HPC-Jin û bankertên bi nivîsên ‘Em ê tecrîd û faşîzmê têk bibin û neteweya demokratîk mîsoger bikin’, ‘Sonda me; em ê pergala Îmraliyê parçe bikin, bi Rêber Apo re azad bijîn’ hatin hildan.

Meşvanan  bê navber dirûşmên ‘silavkirina berxwedana Leyla Guven, şermezarkirina komploya navdewletî berzkirin û heya Çerxerêya Sonî ve meşiyan. Li wir meş veguharî mîtîngê.

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtin destpêkir, paşê li ser navê jinan Endama Rêveberiya HPC-Jin Hediye Ebdillah axivî. Hediye salvegera komployê şermezar kir û wiha got: Jinên ku bi felsefeya Rêber Apo dijîn, wê tecrîdê bi dawî bikin û faşîzmê têk bibin.

Meş bi dirûşma ‘Bijî serok Apo’ bi dawî bû.

Show More
Back to top button