‘Emê pergala Îmraliyê hilweşînin’

Bi buneya salvegera 21`an a Komploya Navdewletî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, jinên bajarê Qamişlo nerînên  xwe ji Radiyoya me re anîn ziman û komplo bi hêrsekî mezin şermezarkirin.

Jina bi navê Sureye Cumia axivî û wiha got: komploya li dijî Ocalan, komploya li dijî mirovahiyê ye û wiha berdewam kir: ferzkirina tecrîdê di nav bêdengiya navdewletî de tê wateya berdewamkirina komployê. Gelê Kurd ji bo azadiya Ocalan dê çalakiyên xwe bidomîne û em berxwedana Leyla Guven û hevalên wê silav dikin.

 Sureya gotinên xwe wiha bi dawî kir: pêwîste em bibin yek û berxwedanê bilintir bikin, bi yekbûnê emê pergala îmraliyê hilweşînin.

Her wiha Jina bi navê Emîra Ebdo jî ji Radyoya me ra axifî û komplo bi hêrsekî mezin şermezar kir û got: Dagirkeriya Tirk hewl dide projeya demokratîk bi rêya ferzkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan têk bibe, birêz Ocalan bi rêya fikirê xwe yê azad di nava dilê her kesî de cîh girtiye.  Banga min ewe ku hemû jinên cîhanê rabin ser piyan û xwedî li jina berxwedêr Leyla Guven derkevin û komployê têk bibin.

Medya SILÊMAN

Show More
Back to top button