Roja Reş Li Tirbespiyê Hate Şermezarkirin

komploya 15’Şibatê ku di sala 1999’an de li dijî Rêber Abdulah Ocelan pêk hat. Bi sedan Şêniyên navçeya Tirbespiyê  bi meşek girseyî ev roj şermezarkirin.

Meş ji çerxerya Azadî dest pêkir û heya pêşiya navenda Kongira Star berdewam kir. Meşvanan bê navber sloganên bê ”Serok jiyan nabê”, ”bijî berxwedana zindanan”, ”kes nikara roja me tarî bike” û şermezarkirina 15’şibatê berzandin, di meşê de wêneyên Rêber Abdulah Ocelan û alên Kongra Star hatin hildan. Meş li pêşiya Kongira Star veguherî mêtîng.

Mêtîng bi deqeyek rêzgirtin dest pêkir, paşê li ser navê Meclisa Navçeya Tirbespiyê Ebd El-rehîm Hiso, li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Fesîh Hisên û li ser navê Kongra Star Necah Qeso axavtin hatin kirin. Axavtivanan roja 15’şibatê şermezar kirin û berxwedana Leyla Guven ya ku îro di roja xwe ya  100’mîn de çalekiya xwe berdewam dike silav kirin û soza bilindkirina berxwedan û tekoşînê heya rizgarkirina Rêber APO dan.

Paşê daxuyaniyek li ser navê Ciwanên Şoreşger yên Sûriyê hat xwendin, daxuyanî bi zimanê Erebî ji aliyê Endamê Ciwanan Alî Mihemed ve hate xwendin.

Meş bi sloganan bi dawî bû.

Show More
Back to top button