Berxwedana Leyla Guven di roja 117’an de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 117’an de berdewam dike. Leyla ya ku di 25’ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li malê berdewam dike. Çalakiyên piştevaniyê yên ji bo Leylayê û serdana wê ya li malê berdewam dike. Herwiha Dorpêça polîsan a li ber mala Leylayê jî berdewam dike.

Heta roja îro hem ji Tirkieyê û hem jî ji dervê welat nûnerên gelek saziyan û kesên navdar hatin serdana Leylayê. Kesên ku piştevaniya Leylayê dikin dibêjin ku daxwaza Leylayê daxwaza wan e, tecrîd sûcê mirovahiyê ye û ji hikûmet dixwazin ku ev tecrîd bê rakirin.

Show More
Back to top button