Kongra Star ji bo pêşwazîkirina 8’Adarê Gul belavkirin

Bi nêzîkbûna 8’Adarê roja jinên cihanê Kongra Star ya navçeya Tirbespiyê serdana saziên leşkerî kirin.

Kongreya Star li navçeya Tirbespiyê rêzeçalekiyên xwe dewam dike û îro serdana navend û saziyên leşkerî kirin. Bi sedan Endam û rêveberên Kongreya Star li navenda kongreyê ya navçeya Tirbespiyê kom bûn, paşê ji bo ku Roja Jinan a Cîhanê pîroz bikin, serdana hemû navendên leşkerî kirin.

Di serdana de axavtin hatin kirin di axavtinan de 8’adarê li Leyla Guven û hemû jinên di çeperên şer de û hemû jinên cîhanê hat pîroz kirin û gul li navenda hate belavkirin.

Show More
Back to top button