Pîroz bahiya 8’Adarê bi gerandina govendê di dawî bû

Di bin diruşmeya “bi pêşengtiya Leylayan emê tekoşînê bilind bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn” bi boneya 8”Adarê roja cejina jinê ya cîhanî, Kongireya Star ya herêma Cizîrê şahiyek li qada Hîmo ya bajarê Qamişloyê li darxist.

Bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê û hemû netewên ku di Rojhilat û Bakûrê Sûriyê de jiyan dikin bi cil û bergên xwe, beşdarî nava şahiyê bûne, şahî bi axavtinan berdewam kir, axavtin ji aliyê rêveberiya jinên suryan Sebah Şabûr ya ku bi xêrhatina hemû kesî kir û kêfxweşiya xwe di roja 8”ê anî ziman, paşê koma dîlana a filklor suryana a bi navê Înana dîlan pêşkêş kirin, her wiha hevseroka kantona hesekê Semer Ebdulah kêfxweşiy xwe anî ziman ku jin bi rengekî coş ji hemû pêkhatiyan tevlî şahiyê bûne û 8”ê adarê li hemû jina pîroz kir.

Pişre koma Til koçer stran bi zimanê erebî pêşkêş kirin, her wiha şandeya ji 6 jina pêk tê yên ji İspaniyayê stranek li ser Rojava gotin, paşê koma kulîlkên zagros ji dêrik stran pêşkêş kirin. her wiha li ser navê yekîtiya jina şoreşger a şiyoî Mizgî Qasim û li ser navê îdîolojî Bêrîvan Qereçox li ser zilm û zordriyên ku jinê jiyan diki axivîn û çawa xwe ji van zehmetiyan xils kir, her wiha cejna jinê li hemû kesan pîroz kirin.

Paşê koma kevana zêrîn ya bajarê serkaniyê şanoyek bi navê “lêlê şevê” pêşkêş kirin.

Şahî bi dîlana û siloganên “jin jiyan azadî”,”bijî berxwedana leyla guven”,”bê serok jiyan nabe” hate bi dawî kirin.

Show More
Back to top button