‘Em bi têkçûna DAIŞ’ê pir kêfxweşin’

Bi nêzîkbûna têkçûna DAIŞ`ê ji aliyê QSD`ê ve li bejahiya Dêrazorê, Jina bi navê Huda Şêxmûs ya ji Kantona Qamişlo kêfxweşiya xwe bi bidawîkirina DAIŞ`ê anî ziman.

Huda Şêxmûs wiha ji Radiyoya Star Fm re axivî û got: bi saya xwîna şehîdan gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava ewlehî û aramiyê de jiyan dikin. têkçûna çeteyên DAIŞ`ê serkeftinekî pir mezin e û em gelekî kêfxweşin. Gelê Sûriyê kêliyên dîrokî dijî, nêz maye ku çeteyên DAIŞ’ê têk biçe. Lê şaneyên veşartî yên girêdayî DAIŞ`ê ewlehiya herêmê tevlî hev dikin, divê gelê me ji şaneyên veşartî hişyar bin.

Huda Şêxmûs wiha gotinên xwe bi dawî kir: Em bang li partiyên siyasî dikin ku yekitiya xwe li hember her êrîşekê li dijî nirxên gelê Kurd ava bikin.

 

Delal CEMÎL

Show More
Back to top button