‘Bi berxwedana Leyla Guven em ê Rêberê xwe azad bikin’

Çalakiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP`ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca rakirina tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû û di roja 131’an de berdewam dike, roj bi roj rewşa wê ya tendirustî xerabtir dibe.

Têkildarî mijarê jinên navçeya Tirbespiyê ji Radyoya me re axivîn û israra berdewam kirina berxwedanê ta rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan dan.

Jina bi navê Adûl Sefar berxwedana Leyla Guven silav kir û got: “Em piştgiriya berxwedana Leyla Guven û jinên Efrînê dikin. Em ê heta rakirina tecrîdê û rizgarkirina Efrînê li ber xwe bidin.”

Adûl destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo çalakiyên gel bide rawestandin hişt ku birayê Rêber APO wî bibîne û wiha dewam kir: “Em nakevin xefikên Tirkiyê, bi rêya berxwedana Leyla Guven em ê Rêberê xwe azad bikin.”
Her wiha jina bi navê Gulistan Melkê jî destnîşan kir ku armanca dewletên desthilatdar di serî de dewleta dagirker a Tirk ji tecrîda li ser Rêber APO ew e ku gelê Kurd tune bike û wiha got: “Lê em wek jin israra me di berxwedanê de zêdetir bû û mînaka wê jî berxwedana têkoşer Leyla Guven e ku di çalakiya xwe ya bêdem û ne dorveger de ye”.

Gulistan di dawiya gotinên xwe de bang li rêxistinên navdewletî û hiqûqî kir ku mudaxelyê bikin û tecrîdê bi dawî bikin ji ber ku rewşa çalageran ya tendirustî her ku diçe xerabtir dibe.

Lîlav HESEN

Show More
Back to top button