“Daxwazên Leyla Guven daxwazên hemû jinan e”

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP`ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ev bû 133’roj in ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Çalakiya berxwedêr Leyla li tevahiya cîhanê deng veda.

Girêdayî mijarê jinên navçeya Tirbespiyê piştgiriya xwe bi berxwedana Leylayê rave kirin. jina bi navê Ranya Isman nerîna xwe bi radyoya me re parve kir û got: Daxwazên Leyla Guven daxwazên tevahiya jinan e, divê çalakiyên piştgiriya berxwedana wê werin firehkirin.

Ranya bang li hemû jinên cîhanê kir û got: Bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan jin gihîştine azadiya xwe, ji ber wê divê jinên cîhanê li hember tecrîdê û siyaseta Tirkiyê rabin ser pêyan.

Jina bi navê Nahiya Silêman jî got: Leyal Guvan bi berxwedana xwe û sekinandina li hember tevahiya astengiyan ji cîhanê re vîna jina azad isbat kir. Wek jin em piştgiriya berxwedana Leylayê dikin û em dibêjin daxwazên wê daxwazên me ne.

Nahiya destnîşan kir ku armancên dewletên komploger di serî de Tirkiyê ji tecrîdê, têkbirina şoreşa herêma ku bi şoreşa jinê tê naskirin e.
Nahiya di dawiyê de tekez kir ku bi hevgirtina jinan û kombûna wan li dora Leyla Guven dê ew komplo werin poçkirin û Rêber APO azad bibe.

Medya SILÊMAN

Show More
Back to top button