‘Newroza 2019`an bû newroza têkçûna DAIŞ`ê’

Jinên ku tevlî pîrozbahiya 21’Adarê cejna newroza ya li Tirbespiyê bi bûn, diyar kirin ku têkçûna DAIŞ`ê ji bu gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Newrozek nû ye û kêfxweşiya xwe ji Radiyoya me re vegotin.

Jina bi navê Xerma Elî wiha got: Em bi têkçûna DAIŞ’ê newroza 2019’an pîroz dikin, cejina newrozê di serîde li Rêber Apo, Leyla Guven, Jinên cîhanê û li hemû girtiyên di zindanan de pîrozbe. bi xwîna hezaran şehîdan îro me şoreşa Rojava bidestxistiye û newroza 2019`an bû newroza têkçûna DAIŞ`ê.

Xerma wiha dawî li gotinên xwe anî: banga min li hemû partiyên siyasî heye ku yekrêziya xwe li hember her êrîşekê li dijî gelê Kurd ava bikin.

Girêdayî heman mijarê jina bi navê Şaha Silêman jî wiha got: Hêviya meye ku newroza îsal bibe newroza azadî û bidawîkirina tecirîda li ser Rêberê me, bi rihê Leyal Guven em newroza xwe pîroz dikin.

Em hêvî dikin ku ev newroz bibe roja bidawî kirina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li Efrînê û vegera gel li welatê xwe. Di dawiyê de ez dîsa newroza hemî gelê azadîxwez pîroz dikim.

 

Delal CEMÎL

Show More
Back to top button