Bi boneya 4’Nîsanê li Tirbespiyê pêşengeh

Bi pêşengtiya Rêvebirya dibistanan îro li navçeya Tirbespiyê bi boneya rojbûna Rêber Abdulah Ocelan û bi armanca parastina kevneşopî û çandê pêşengehek hat vekirin.

Bi dehan şêniyên navçeya Tirbespiyê, mamoste û şagirt tevlî vekirina pêşengehê ya li dibistana Xewla bûn.

Vekirina pêşengehê bi deqeyek rêzgirtin dest pêkir, paşê jî axavtin hatin kirin li ser navê Rêveberiya dibistanan Mamoste  Fener Şakir û li ser navê Rêveberiya giştî Mamoste Welîd Murad axivîn.

Şagirtên dibistanan navîn helbest û starn bi zimanên kurdî, erebî û suryanî gotin.

Her wiha koma zarokê suryanî û koma Ş. Warşîn ya çand û hunera hêzil dîlanên filiklorî pêşkêş kirin.

Pêşengeh bi destê mamosteyan hat vekirin, di pêşengehê de wêneyên ku şagirtan xêz kiribûn û tiştên ku temsîla kevneşopiyê dikin wek destar û das û cilên dayikan hebûn, her wiha mal û tiştên ku şagirtan bi heriyê çêkiribûn cihê xwe di pêşengehê de digirtin.

Vekirina pêşengehê bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

Show More
Back to top button