Kongreya Star salvegera wefata dayîka Ocalan bibîr anî

Koordînasyona Kongreya Star bi boneya salvegera wefata dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ewêş daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Bi navê Koordînasyona Kongra Star em  salvegera wefata dayîka Ewêş bi bîr tînin û di şexsê dayika Ewêş de ked û fedekariya dayîkan pîroz dikin. Ji ber bi rastî dibistana herî mezin a ku pêşeng, şoreşger, mamoste û rewşen diafrîne. Ji ber vê dayik a herî giran buhaye û xwedî keda bê dawî û bê minet e, ji ber vê em dibînin ku dema Rêber Apo behsa jiyana xwe dike di serî de behsa rola dayika xwe  dike û gelek caran di şexsê dayika xwe de hêz, hezkirin, êş û pêşengtîya jinan şîrove dike û her tim dibêje eger ne ji dayika min ba dibe ku ez nebûma rêber.

Dayika Ewêş mînaka jina bi hêz e. Jina ku tu carî serê xwe li ber neheqiyê netewand û nehişt ku zarokên wê jî serî bitewînin. Ev taybetmendiya Dayika xwedawend ku Rêber Apo behsê wê dike. Em bi dildarî  careke din dayika pîroz yadê Ewêş bi bîr tînin.”

Show More
Back to top button