Şêniyên Qamişlo li dijî tecrîdê derketin qadan

Îro şêniyên Qamişlo bi dirûşmeya “Em ê bi tekoşîna xwe ya li hemberî faşîzmeyê îradeya xwe biparêzin.” Meşek lidar xistin.

Meş ji pêşiya Akademiya Şaredariyan a bajarê Qamişlo dest pê kir. Di meşê de pankartên “Binpêkirinên faşîzmaya Erdogan nikare îradeya gel bişkîne”, “Ji faşîzmeya re na” û “Bijî berxwedana girtîgehan ” hatin hildan.

Meş li ber avahiya Şaredariya ya taxên rojhilat sekinî û veguherî mitîng. Paşê ji aliyê Cîgira Hevseroka Desteya Şaredariyê Herêma Cizîrê Bêrîvan Omer ve daxuyanî hat xwendin.

Bêrîvan Umer bi navê şaredariyên herêma Cizîêr bang li Desteya Bilind a Hilbijartinan kir ku li gorî zagonan tevbigere û destê xwe li ser îradeya gel rake.

Di dawiyê de jî dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana zindanan’, ‘Bijî berxwedana Leyla Guven’ hatin berzkirin.

Show More
Back to top button