‘Em bi Şehîdên xwe serbilindin’

23’ê Adarê QSD’ê serkeftina xwe ya li dijî DAIŞ’ê ragihand, QSD`ê di daxuyaniya xwe de ragihandin ku di şerê li dijî DAIŞ`ê de zêdetirî 11 hezar şehîd dane.

Malbatên şehîdan ên navçeya Tirbespiyê kêfxweşiya xwe ya bi serkeftina QSD`ê ji Radiyo ya me re parve kirin.

Dayîka Şehîd Egîd ya bi navê Minîfe Cuma, serkeftina QSD`ê pîroz kir û destnîşan kir ku QSD`ê li ser soza ku daye şehîdan, soza xwe bi cih anî û wiha got: Ji dema şehadeta kûrê min ve ez xemgînim, Lê îro ez bi fedekariya wî serbilind im. Em banga avakirina dadgeheka nevdewletî dikin da ku çeteyên DAIŞ’ê yê li gel QSD’ê, werin darizandin.

Minîfe di dawiyê de soza şopandina rêya Şehîdan heya ku tevahiya xaka Sûriyê ji dagirkeriya Tirk rizgar bibe, da.
Di heman mijarê de Xwişka Şehîd Arîn Cûdî, Bûheyîra Ibrahîm serkeftina QSD`ê ya li hember DAIŞ`ê pîroz kir û wiha got: “Ev serkeftin ne tenê li dijî DAIŞ`ê ye, ev serkeftin li dijî hemû aliyên ku piştgiriya DAIŞ`ê kirin û di serî de Tirkiye.”

Bûheyîra wiha domand: Piştî salên ji zilm, kuştin û talankirinê ala DAIŞ`ê ya reş hate xwar. Îro jiyan careke din li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê vegeriye, em şehîdên ku canê xwe feda kirin da ku tarîtiya terorê rakin bi bîr tînin, em soza berdewamiya rêya wan ta rizgarkirina Efrînê ji faşîzma Tirkiyê didin.

Lîlav HESEN

Show More
Back to top button