Berxweda çalakgerên girava birçîbûnê li Tirbespiyê hat silav kirin

Bi pêşengtiya kongra Star meşek jinan li navçeya Tirbespiyê ji bo piştgirtiya çalekgerên girava birçîbûnê hat Orgenîzekirin.

Meş ji ber navenda Kongra Star dest pêkir û heya ber bi navenda Ciwanên Şoreşger dewam kir, di meşê de pankêrtên bi nivîsên”Emê tecrîd û faşîzmê têk bibin netewa demokratîk misoger bikin” “Bi rihê berxwedana zindanan emê riya serkeftin û azadiyê berdewam bikin” û wêneyên çalakgerên girava biçîbûnê hatin hildan, her wiha sloganên “jin jiyan azadî” “bijî berxwedana Leyla Guven” hatin berzandin.

Li ser navê Kongra Star Nalîn Temo axivî, Nalîn di şexsê Leyla Guven de berxwedana hemû çalakgerên girava birçîbûnê silav kir û soza berdemkirina tekoşînê heta azadiya Rêber Abdullah Ocalan da.

Meş bi sloganên silavkirina berxwedana Leyla Guven bi dawî bû.

Show More
Back to top button