“Binpêkirinên domdar vîna me naşkîn e”

Ji 18’Adara 2018’ve dewleta Tirk a dagirker xaka Efrîn dagir kiriye, her roj kuştin, revandin, talankirin û dizî li Efrîn çêdibe, beriya niha dewleta Tirk di navbera Sûriya û Tirkiyê de dîwar lê kiribû, ev bû demeke dagirkeriya Tirkiyê di navbera Efrîn û Şehbayê de dîwarê qutkirinê lê dike.

Girêdayî mijarê jina bi navê Rehma Mele Beşîr li ser dagirkeriya dewleta Tirk axivî û got: Dagirkeriya Tirkiyê Efrîn dagir kir, niştecihên wê yên resen dan koçberkirin û kesên ji derve li şûna wan bi cih kirin niha jî li derdora kantona Efrînê dîwarê parçekirinê lê dike.
Eşkere ye ku niyeta dagirkeriya Tirkiyê heye ku Efrînê tev li erdê xwe bike, mîna çawa Lîwa Îskenderon tev li Tirkiyê kir.

Rehma bang li civaka navdewletî, hikumeta Rûsyayê û rejîma Sûriyê kir ku li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê helwestekê nîşan bidin.

Rehma di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku dewleta Tirk êdî dizane ku vîna gelê Efrînê naşikê û got: “Ne bi dagirkirina Efrînê û ne jî bi binpêkirinên domdar vîna me naşikê.

Rehma Mele Beşîr di dawiyê de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê gelan Abdulah Ocelan şermezar kir. Her wiha Berxwedana çalakgerên girava birçîbûnê û rojiya mirinê silav kir.

Show More
Back to top button