Mûma azadiyê Leyla Guven

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Clemêrgê Leyla Guven bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, di 8’ê Mijdara 2018’an de li Girtîgeha Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Leyla Guven ev 192’roj e li mala xwe ya li Amedê çalakiya xwe berdewam dike.

Girêdayî mijarê jina bi navê Mîrvet Ahmed a ji navçeya Tirbesipiyê di destpêka axeftina xwe de berxwedana Leyla Guven û hemû çalekgerên giravên birçîbûnê pîroz kir û wiha gotinên xwe berdewam kir: ev 192 roj e Leyla di girava birçîbûnê de ye ta tecirîda giran a li ser Rêber Apo rake, em jî wek jinên Tirbesipiyê li kolanan û qadabin heya ev tecirîda giran li ser Rêber Apo rabe.

Mîrvetê wiha pêde çû: Em wek jin xwedî li xwestekê Leyla û hemû hevalên wê derkevin heya em tecirîdê rakin û faşîzmê têk bibin, em hêz û îrada xwe ji Leyla digirin.

Di dawiya axeftina xwe de Mîrvet Ahmed got: em ê li pey şopa têkoşer Leyla Guven û hevalên wê heta rakirina tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, bimeşin.

Delal CEMÎL

Show More
Back to top button