2’emîn Mîhrîcana Şehîd Stêrvan li Kobanê hat lidarxistin

2’emîn Mîhrîcana Jinên Ciwan ya Şehîd Stêrvan bi dirûşmeya “Şoreşa 19’ê Tîrmehê Deryaya Hûner û Azadiya Jinên Ciwan e” li nav daristanên Kobanê hat lidaxistin.

Bi tevlîbûna Jinên Ciwan li  Bakûr û Rojhilatê Suriyê, bi sedan welatiyên Kantona Kobanê, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk beşdarî Mîhrîcanê bûn.

Mîhrîcan bi deqeyek rêzgirtin  hate destpê kirin. Paşê axaftin li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan Sozdar Mihemed, li ser navê Kongreya Star Almaz Romî  û li ser navê YPJ’ê Sozgîn Lihênî hat kirin. axaftivana Mîhrîcan di serî de li Abdullah Ocalan, têkoşerên azadiyê û li Gelê Kurd pîroz kirin.

Di mîhrîcanê de Kevana Zêrîn hunerê xwe pêşkêş kir. Her wiha lêyistokên weke futbol, Voleybol, danasîna folklora Minbic ya şerkesan, şano, govenda Kobanê, dengbêjî û dana Erebî Ermenî hat pêşkêş kirin.

Mîhrîcan bi stranan û gerandina govendê bi dawî bû.

Show More
Back to top button