4’emîn Mîhrecana Govendê dest pê kir

4’emîn Mîhrecana govendê ye li ser aste Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, li Rimêlan bi tevlîbûna 12’komî ji Bakûr û Rojhilatî Sûrî  bi dirûşmeya “Bi vegera ser kokê Emê Govenda xwe Zindî Bikin” bi meşekê dest pê kir.

Meş li çerxeraya Şehîd Xebat destpê kir û li nava bajêr  veguharî mîtîng, di mîtîngê de dîlan hatin gerandin û  paşê li Navende Aram Tîgran kom bûn.

Çalakiya roja yekemîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê bi navê Rêveberiya Xweser Nûr Alwekah û li ser navê Komîteye Amedekar Dîme Alî axivîn.

Piştî axaftinan koma kevneşopî yê Dêrikê dîlan pêşkêş kirin, koma Til Hemîsê, Kome Cûdî, kome Sitêra Zêrîn stran gotin û her wiha Silviziyonek hate temaşekirin.

Tê payîn ku wê mihrîcan sê rojan berdewam bike.

Show More
Back to top button