Mîhrîcana 4’emîn a govendê li Rimêlan bidawî bû

4’emîn Mîhrecana govendê ye li ser aste Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, li Rimêlan bi tevlîbûna 14’koman ji Bakûr û Rojhilatê Sûrî  bi dirûşmeya “Bi vegera ser kokê Emê Govenda xwe Zindî Bikin” duh destpêkir.

Çalakiya roja dûyem bi tevlîbûne hemû endam û komên govendê li navenda çand û hunerê ya Aram Tîgran a Rimêlan vê sibehê destpêkir. Hola Mîhrecanê  bi wêneyên Rêber Abudllah Ocalan û  yên şehîdan hatibû xemlandin.

14’komên hunerî yên govendên foklorîk bi cil û bergên xwe yên foklorîk govendên xwe pêşkêş kirin.

Mîhrîcana 4’emîn a govendê li Rimêlan bidawî bû, Tê payîn ku wê sibê li Qamişlo were destpêkirin.

Show More
Back to top button