“Efrîn ji bo Kurdan rûmet e”

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wî ji 18`Adara 2018`an ve kantona Efrînê dagir kirine. Ji wê demê ve binpêkirinên dermirovî li ser şêniyên resen ên Efrînê didin meşandin. Her roj kuştin, revandin, talankirin û dizîn li Kantona Efrînê tê kirin.

Girêdayî mijarê jina bi navê Zekiya Hisên nêrîna xwe ji Radyoya me re parve kir û got: Efrîn ji bo kurdan rûmet e.

Zekiya Hisên di serî de dagirkerî bi tundî şermezar kir û got: Em dagirkeriyeke nû ya Tirkiyê li herêmên xwe qebûl nakin. Em ê têkoşîna xwe ji buyi rizgarkirina Efrînê ji artêşa dagirker û çeteyên wê bilind bikin.

Zekiya girêdayî hêza jin û îradeya wê jî wiha bi lêv kir: “Em jin nahêlin Tirkiyê bi hinceta avakirina herêma “ewle” dewleta Osmanî li xaka me ava bike. Em ti carî gav paşde navêjin.

Di dawiyê de Zekiya Hisên got: em bang li cîhanê dikin ku li rex gelê Sûriyê bisekinin.

 

Medya SILÊMAN

Show More
Back to top button