JINÊN ŞENGALÊ BI RÊXISTINKIRINÊ KOMKUJÎ TÊK BIRIN

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Ferman’a 3’yê Tebaxa 2014’an bi bîr anî.

Daxuyani wiha ye:

Em Salevgera 5. ya komkûjî û karesata li ser gelê me yê Êzîdî ku li şengalê hate pêk anîn bi tûndî şermezar dikin. Di kesayeta şehîd Bêrîvan, Gulçîn, Vînar, Şengal, Berxwedan, Canwelat, Zêrîn qamişlo û tevahî şehîdên di sala 2014’an de, di oxira parastina Şengalê de xwe kirin sîper, bi minetdarî bi bîrtînin. Li hember rihê wan yê fedayî careke din soza xwe nû dikin ku em ê xewin û xeyalên wan bicih bînin.

Hêzên desthilatdar, yên kujer di dîrokê de li ser civaka me ya Êzîdî bi dehan komkûjî pêk anîne. Sedema van komkujiyan tinekirina ol, bawerî, çand û xaka pîroz a Şengalê bû. Di serî de dewleta tirk ya ku di 61 fermanên li ser Şengalê de cih girtiye, ristek sereke di komkujiyan de leyîstiye. Her wiha hêzên nûker û xwefiroş di encama nakokiyên mezhebî, olperestî û netewperestî gelê êzîdxanê kirine armanca êrîşên xweyî qirêj. Ev êrîş ji siyaseta gemar, hêrsa desthilatdarî û faşîzmê para xwe girtiye. Ev siyaseta kirêd îro careke din li ser kare, hewl dide gelê ku xwe bi rêxistin kiriye êrîşên tinekirinê pêk bîne. Lê keç û xortên Kurd, ji bo li pêşiya vê hovîtiya mezin bibin mertalên parastinê, di sala 2014’an de ji her çar aliyê welat berê xwe dan Şengala pîroz û li pêşiya êrîşa çeteyên DAIŞ’ê girtin. Neviyên Kawayê hesînkar, şopdarên Derwêş û Adûleyan û Hevrêyên Binefş Agalan, sonda tolhildanê girtibûn pêşiya komkujiya mezin bigrin.

Hêzên ji aramiya şengalê aciz hewl didin wê aramiyê xira bikin. Pergala ku bi pêşengtiya jina zane bûyî pêşdikeve nûkeran ne rihet dike.  Di roja me ya îro de jî bi heman hişmendî û bi hevkariya PDK’ê êrîşî destkeftiyên Şengalê tê kirin. Gefxwarinên bê çandî yê li ser pêşenga tevgera azadiya jina Kurd hatî kirin, bi destê xwediyê heman hişmendiya ku di sala 2014’an de li ser keç û jinên me yê Êzîdî hatî kirine. Gefên rojane li ser destkeftiyên şoreşa Rojava, Bakûr-Rojhilatî Sûrî û xaka başûrê kurdistanê tê kirin, heman hişmendiye. Li hemberî van êrîş û gefxwarinên dagirkeriyê, hişyariya gelê me firehkirina qadên tekoşîna azadiyê hewce dike.

Bi pêşengtiya Bêrîvan, Şengal û Berxwedanan gelê me yê Êzîdî îro xwe ji xweliya xwe ji nû de avakiriye. Mînaka ber bi çav; avakirina hêzên parastinê YBŞ-YJŞ û Meclîsa Xweseriya Demokartîk a Şengalê ye. Her çendî gelek êş û azarên mezin hatin jiyankirin, lê gelê me yê Şengalê bi cewherê xwe, bi bîr, bawerî û ola xwe ve girêdayî bû dev jê berneda. Li hemberî şerê ku talan dike, dikuje, tine dike, nirxan nasnake xweparastin mafekî herî rewa yê civakî ye. Îro gelê me yê Şengalê bi vê rista xwe radibe û hêza parastina jiyana xwe mezin dike.

Me weke yekîneyên parastina jinê YPJ’ê,  parastina jinên Şengalê, gelê wê û hemû jinan ji bo xwe erkekî dîrokî dît. Li hemberî dijminekî weke DAIŞ’ê ji bilî şerkirinê tu rêyeke din ne pêkan bû. Bi vê hişmendiya parastinê, hem di vekirina korîdora ji Şengal heta Rojava û hem jî bi pêşxistina gelek pêngavên li ser bingeha tolhildana Jinên Şengalê hêzên me bi fedekariyên mezin bedel dan. Bi tekoşîn û berxwedana hêzên parastinê dan nîşan, bi saya şehîdên me yê qehreman û keda dayîkan plangeriyên qirêj yek bi yek hatin rûxandin. Bi berxwedana dîrokî ya şervanên me û YJŞ’ê di kelha çeteyên DAIŞ’ê de li bajarê Reqa, DAIŞ hezîmetek mezin jiya. Di herêma Dêrezorê de bi pêngava tinekirina DAIŞ’ê re hêzên me, YPG û QSD’ê tekoşîna mirovahiyê bi serxistin. Bi sedan jin, zarok û keçên Êzîdî ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Me soz dabû em tola Şengalê rakin me rakir. Ev daneheva bê hempa ya şehîdan, keda dayîkên me û hemû jinan ava kir, hêz, bawerî, hêvî, hevgirtina ruhî ya jinan û gelan ava kir. Em biryardariya xwe ya parastina van destkeftiyan careke din tînin ziman. Soza me dabû jinên Êzîdî ku em tola jinên dîl ketine dest rabikin nû dikin.

Li ser wê esasê em dibêjin wê tekoşîna me ya azadiyê bidome. Em soza xwe li hemberî hemû şehîdên azadiyê, dayîkên şehîdan û jinên Şengalê nû dikin.

Show More