‘Wê bi berxwedana gelê berxwedêr serkeftin misoger bibe’

Dewleta Tirk ya dagirker di 18’ê Adara 2018’an de kantona Efrînê dagir kir, bi hezaran şêniyên wê koçber kirin û demografiya Efrînê ji roja ku hatiye dagir kirin di nav guhertinê de ye.

Girêdaya mijarê Endama Kongra Star ya kantona Qamişlo Henîfa Mihemed ji Radyoya me re axivî. Henîfa di serî de bal kişand li ser dagirkeriya çeteyan û got: rojane gundên Efrînê tên topbaran kirin, armanc jê valakirina gundên Efrînê ji şêniyên resene, da ku li şûna wan malbatên çeteyan werin bicîhkirin.

Henîfa axaftina xwe wiha domand: Dewleta faşîst Efrîn dagirkirye, ruxmî dagirkeriya Tirkiyê û dorpêça rêjîma Sûriyê jî lê berxwedana şêniyên Efrînê bi biryardarî didome, bê guman wê bi berxwedana gelê berxwedêr bi ser bikeve.

Henîfa di dawiyê de diyar kir ku divê dewletên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin bê deng nemînin, ji ber ku tiştên ku niha li Efrînê çêdibin li dijî qanûnên navnetewî ne.

Medya SILÊMAN

Show More
Back to top button