16’emîn salvegere PYD li Qemişlo hate pîrozkirin

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi dirûşma “Bi rihê netewa demokratîk 16‘emîn salvegera damezirandina PYD‘ê divejînin” şahiya salvegera damezirandina PYD’ê  pîroz kir. Şahî li Stada fotbolê ye bajerê Qamişlo hate li darxistin, bi sedan kes tevlî şahiyê bûn.

Şehî bi deqek rêzgirtin dest pê kir, paşê Hevseroka PYD Ayîşe Hiso axivî bi xêrhatina beşdaran kir û hemî Şehîdên şoreşê bibîr anî. Ayîşe balkişand li ser rola PYD’ê di nava şoreşê de.

Piştî axftinan koma Serhildan û Koma Rojbîn Ereb stranên filklorî gotin. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

Show More
Back to top button