‘Erdogan bi gefan nikare vîna gel bişkîne’

Dewleta Tirk a dagirker ku serkêşiya wê jî Erdogan dike, dîsa gef li herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar. Li hemberî van gefan nerazîbûnê gel jî didomin.

Têkildarî gefên Tirkiyê Jina bi navê Minewir Xalid ji Radoya me re axivî û wiha got: ” ax axa me ye, welat welatê me ye, dewleta Tirk çi ji axa me dixwaze, axa ku bi xwîna zarokê me hatiye rizgarkirin em tu carî nahêlin tu kes dest bavêjiyê.

Minewerê got emê herêmên xwe bi parêzin û wiha anî ziman: “Divê civaka navdewletî bi erka xwe rabe û ji bêdengiya xwe derkeve, Erdogan dixwaze aramî û ewlehya herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê tevlî hev bike.

Minewer wiha pê de çû: ” Em rê nadin Erdogan ku xaka me dagir bike û heta dilopek xwîn di canê me de heye em ê li berxwebidin. Tu hêz di duniya yê de nikare vîn û îradeya me bişkîne.

Minewer Xalid wiha gotinên xwe bi dawî kir: ” Ez bang li hemû pêkhateyên Ereb, Kurd, Suryan, Turkmen û Ermenan dikim ku yek rêziya xwe ava bikin û rabin li ser piyan.

Show More
Back to top button