“AXA BAKÛR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ WÊ JI ARDOGAN RE BIBE GORISTAN”

Bi dirûşmeye “Axa Bakûr û Rojhilatê Sûriyê wê ji Ardogan re bibe goristan ” gelê navçeya Çilaxa daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin.

Meş ji çerxerye Şehîd Mahsûm dest pê kir û li nave bajer veguherî mîtîngê, mîtîng bi deqeyekê rêzgirtin dest pê kir, paşê Rêveberiya Kongera Star Hediye Şemo û Rêvaberiya Meclise Çilaxe Suheyla Temo axivîn.

Hediya Şemo û Suheyla Temo êrîşê dewleta tirk şermezar kirin û di axaftinên xwe de wiha diyar kirin ku: ‘Wê vîna gelan biser bikeve, gelê Bakûr û Rojhialtê Sûriyê bi hemû pêkhatiyên xwe bi vîn û bawerî li hember êrîşên dagirkeran bisekinin.

Hêjayî gotinê ye ku meş bi durşmeya; ‘NA JI OSMANIYA NÛ RE, BIMRE DAGIRKERIYA ERDOGANÊ FAŞÎST’, bi dawî bû.

Show More
Back to top button