“Em di berxwedana xwe de bi israr in”

Dewleta dagirker a Tirk di 9’ê Cotmehê de êrîş li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir. Nerazîbûnên li dij van êrîşan her ku diçe zêde dibe.

Di derbarê vê mijarê de dayika bi navê Heyat Silêman ku dayika du şehîdane (Ş.Lewend û Ş.Nûbar) a ji navçeya Tirbespiyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û wiha got: “Ez van Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê der heqê sivîlan de ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin şermezar dikim. dewleta Tirk a dagirker sivîlên bêguneh dike hedef û çekên qedexekirî li Girê Spî û Serêkaniyê bikar tîne”.

Heyatê wiha gotinên xwe berdewam kir: Erdogan dixwaze gelê kurd tune bike lê bila baş zanibe em tu carî tune nabin, bi dehan sivîl şehîd bûn û bi sedan jî birîndar bûn, her wiha bi sedan jî koçber bûn, li hember van jî em di berxwedana xwe de bi israr in. her buhstek axa Rojava bi xwîna bi hezaran keç û xortên me hatiye avdan. bi zarok, hevjîn û dayikên şehîdan ma be em nahêlin tu kes derbasî vê axê bibe.

Heyat Silêman wiha dawî li gotinên xwe anî: banga min ji cîhanê û dewletên ku qaşo dibêjin em mafê mirovan diparêzin çavê xwe vekin û Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin, êdî bese ji Erdogan re.

 

Delal CEMÎL

Show More
Back to top button