Li dijî êrîşên dewleta tirk bi sedan şêniyên Qamişloyê meşiyan

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi pêşengtiya Kongreya Star bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê daketin qadan û êrîşên dewleta tirk şermezar kirin.

Meş ji çerxereya şehîdên Entirnasyonal dest pê kir û li pêşiya goristana şehîd Delîl Saroxan veguherî mêtîngê.

Meşvanan pankertên bi nivîsa “Em dagirkeran li ser axa xwe naxwazin”,”Na ji bo siyaseta talankirin û qirkirina li ser gelan” û ” Na ji bo dagirkeriya tirk û DAIŞ’îyan” hatin hildan.

Mêtîng bi deqyek rêz girtin dest pê kir, Endama Kordinasyona  Kongrey Star Heyifa Erebo axivî, Heyfa tekoşîna jinên rojava silav kir û got: em berxwedna hemû gelên herêmên li hember hemû rengên dagirkeriyê silav dikin.

Her wiha Heyfa got: Êrîşên li ser îradeya jinê tên kirin me dît çawa li Hevrîn, Amara û Çîçek  hat kirin. Hesabên li ser xwîna me tên kirin em qebûl nakin . Rûmeta me ji her tiştî mezintir e . Ev axa me ye rûmeta me ye.”

Meş bi sloganên slavkirina berxwedana rûmetê bi dawî bû.

Show More
Back to top button