“Peymanên Ku Îradeya Gelan Esas Negrin Em Qebûl Nakin”

Dewleta Tirk ya Dagirker Ji 9’Cotmehê ve bê navber êrîşê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, gel rojane li dijî van êrîşan li qadane, îro li seraserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meş hatin li dar xistin.

Îro jî bi pêşengtya Kongra Star bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê û gundewarên wê daketin qadan û bi slogana “Peymanên ku Îradeya gelan esas negrin em qebûl nakin” meşek girseyî hat li dar xistin.

Meş ji ber navenda Kongra Star dest pê kir û heya ber bi çerxereya Ş.Nejbîr ve dewam kir meşvanan alên QSD û pankartên bi nivîsa “Peymanên ku Îradeya gelan esas negrin em qebûl nakin”, “QSD Îrdeya me ye”,”Ji ax û azadiya xwe gava paş ve na avejin” hildabûn.

Meş li çerxerya Ş.Nejbîr veguherî mêtîng, mêtîng bi deqeyek rêz girtin dest pê kir, axavtin hatin kirin, li ser navê Kongra Star Xaliya Ehmed, li ser Navê Meclisa Sûriya Demokratîk MSD Hikmet EL Hebîb û li ser navê Partiya Yekîtîya Demokratît PYD Silêman Bedir axivîn.

Axavtivanan dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û teqez kirin ku her çiqas li hev kirin di navbera dewletan de çêbibin eger berjewendiya gelan esas negrin wê ew li hev kirin bi tu awayî neyên qebûl kirin, her wiha kesên ku axivîn gotin ew tu hêzan ji bilî QSD na pejirînin.

Meş bi slogana “Bijî berxwedana QSD” bi dawî bû.

Show More
Back to top button