Kongreya Star: Em bang li NY’ê dikin berpirsiyariya xwe bîne cîh

Komîteya Qada Civakî ya Kongreya Star di derbarê êrîşên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin de daxuyanî da û banga hestiyariyê li Netewên Yekbûyî kir.
Komîteya Qada Civakiya Kongra Star di derbarê êrîşên dewleta tirk û komên wê ji 9’ê Cotmehê ve dayî destpêkirin û li gel agirbestê jî hîna bi hemû tundiya xwe didome de daxuyaniyek nivîskî da.
Daxuyanî wiha ye: “Ji dema destpêkirina şerê navxweyi yê Sûriyê heya niha gelên Sûriyê bi giştî û bi taybet gelên Bakur û rojhilatê Sûriyê rûbirûyî hemû awayên binpêkirin û qirkirinê tên. Her wiha binpêkirinên dawî ji aliyê girûpên çekdarên girêdayî dewleta tirk ve tên kirin, hîn zêdetir rastiya hevkariya çeteyan û tirkan radixe ber çavan. Ev dagirkerî bû encama gelek bombebaran û felaket ser sivîl de anîn, ji berastengan heya kal û pîran her kesê para xwe ji hovîtiya tê kirin girtin û mexdûr bûn. Di van êrîşan de metirsiyek mezin li ser jiyana sivîlên herêmê hene.
‘Ekîbên tenduristiyê jî di nav de her kesî hedef digirin’
Di encama vê êrîş û dagirkeriyê de ewlekarî û aramî li herêmê nema ye. Her wiha bûye sedema koçberbûna nêzî 300 hezar sivîl û di nav wan de jî gelek hejmar ji xwedî pêwîstiyên taybet hene yanî welatiyên nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî bi cîh bînin. Ji ber topbarana bê sînor a top, firoke û çekên giran ên qedexekirî li ser xeta sînorî hişt ku rewiş aloztir bibe û hejmara van kesan zêdetir bibe. Di encamê de hişt ku pêwîstî bi gelek karên tenduristî û xizmetê dikin jî bibin hedefa êrîşan.
‘Her diçe hejmara berastengan di şer de zêde dibe’
Tê zanîn ku em wek qada civakî, em rewşa tevaya navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dişopînin, li Qamişlo hejmara kesên kêmendam gihişt 2000 kesî, li Hesekê gihişt 5786 kesî yên ku temenên wan di navbera 1 û 85 salan e. Şopandin û daneheva agahiyan li Kobanê û navçeyên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  hîn jî berdewam e.
Me projeyek ji bo palpiştkirin, amadekirin û tevlîkirina kesên kêmendam di civakê de amade kiribû, lê ev êrîş û dagirkerî bandoreke pir mezin li projeya me kir û di encama vî şerî de metirsiya kûştin, talankirinê, li ser jiyana zarokên me heye.
‘Em bang li NY’ê dikin erkê xwe bîne cîh’
Em banga xwe digihînin Netewên Yekbûyî da ku bi erkê xwe yê mirovî rabe. Em daxwaz dikin ku şandên parastina aştiyê bişîne da ku binpêkirinên di derheqê kesên astengdar de tên kirin bişopînin û bi lez ragihînên. Ji ber ku eger gavine wiha neyên avêtin dê bandora sereke li ser kesên astengdar berdewam be û dê encaminên pir xirab derkevin holê. Em daxwazê ji herkesî dikin da ku berpirs bin, êrîş û dagirkeriya li ser herêmê rawestînin.”
Show More
Back to top button