“ÊDÎ BESE KUŞTIN, TALAN Û KOÇBERΔ

Ji 9’ê Cotmehê de Dewleta Tirk êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Dagirker û çeteyên Dewleta Tirk bi çekên giran û çekên qedexekirî êrîşî sivîlên Serêkaniyê û Girê Spî kirin. Hêjayî gotinê ye ku di van êrîşan de gelek sivîlan jiyana xwe ji destdan û birîndar bûn. Tevî agirbesta ku hatî ragihandin jî, lê dîse jî êrîşên wan bê navber didomin. Têkildarî êrîşên dewleta Tirk li ser gelê sivîl dayikên Şehîdan ên Kantona Qamişlo nêrînên xwe ji Radiyo ya me re parve kirin.

Dayika Ş.Leheng, Henîfe Hesen banga rawestandina êrîşên dewleta Tirk li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriye kir û wiha got: “Dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze Gelê Kurd tune bike, lê bila baş bizanin ku em tune nabin. Em ji Erdoganê xwînmij re dibêjin ne teknîk ne jî pilanên te yên hovane nikarin me tune bikin.”

Bi gotina Erdogan dixwaze dema Osmaniyan cardin vegerîne Henîfa Hesen dawî li axaftina xwe anî: “Erdoganê xwînmij dixwaze cardin dem û dewrana Osmaniyan vegerîne, lê bi me dayikên şehîdan mabe em nahêlin ev xewin û xeyalên wî pêk bên.”

Her wiha dayika Ş. Reşîd Fesla Emer jî axivî û bi van gotinan nêrîna xwe bi me re parve kir: “Dewleta Tirk a dagirker bi riya van êrîşan dixwaze DAIŞ û hevalbendê xwe di herêmên me de bi cih bike, lê em tu hêzê ji derveyî QSD’ê li ser vê xakê qebûl nakin.”

Fesla Emer gotinê xwe wiha bi dawî kir: “Kanî ew dewletên ku xwe bi navên mafê mirovan binav dikin? Bila çavê xwe vekin, êdî bese kuştin, koçberî û talankirin, kanî ew edaleta ku hûn binav dikin. Ma gelo kuştina zarok, kesên sivîl û koçberkirina gel di kîjan dadên û qanûnên cîhanê de bicî dibin?”.

Delal Cemîl

Show More
Back to top button