Şehîdê teqîna Qamişlo Xalid hat oxir kirin

Bi hezaran şêniyên navçeye Tirbespiyê cenazeyê Endamê Asayişê Xalid Mihemed ye ku di 11’ê Mijdarê de di encama teqîna Qamişlo de şehîd bû li Goristana Şehîd Dilşêr oxir kirin.

Şêniyên bajêr cenazeyê şehîd li pêşiya Goristana Şehîd Dilşêr bi Silogan û bi tilîliyan pêşwazî kirin.

Merasîm di deqeyek rêz girtin destpê kir, paşê axavtin hatin kirin bi navê saziya melbatê şehîdan Mihemed Ezîz û bi navê Kongera Star Daliye Henan axivîn, axavtvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û diyar kirin ku teqîna li qamişlo çêbû lewazbûna Erdogan û çeteyên wî dide diyar kirin.

Paşê bi navê malbata Şehîd birayê şehîd Şêrwan Mihemed û keça şehîd Evîn mihemed axivîn û gotin: em xwîna şehîdaê xwe li tevahî gelê kurd pîroz dikin û em di şehadeta wî ser bilndin, û bang li gelê kurd li her çar parçeyên kurdistanê kirin ku rabin ser piye û li hember dijmin şerbikin û bêdeng nemînin.

Paşê wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.
Di dawiyê de cenazeyê şehîd xalid di nave dirûşmeyan de hat oxirkirin.

Show More
Back to top button