Kongreya Star bang li Neteweyên Yekbûyî: Divê bi rola xwe rabe

Koordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyekê bal kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li dijî mirovahiyê dike û bang li Neteweyên Yekbûyî kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji 9’ê Cotmehê 2019’an heta îro, dewleta Tirk û çeteyên wê yên komên cihadîst û terorîst ên bi navê Artêşa Niştîmanî êrîşên xwe yên li ser herêma Bakur-Rojhilatê Sûrî bê navber didomînin.

Berî ku êrîşên dagirkeriyê destpê bikin û di rojên destpêkê yên êrîşên dagirkeriyê de, gelek derdorên civakî û navnetewî tim li benda helwest û daxuyaniyeke bi bandor ya Neteweyên Yekbûyî (NY)  bûn. Car caran NY hîn daxuyanî dan, lê belê NY ji bo vî şerê dagirkeriyê bide rawestandin, ti daxuyanî neda û her wiha mekanîzmayên ewlehî yên navnetewî nexist dewre.

Tevî ku 193 dewlet endamên NY ne, ew şerê dagirkeriyê yê bi navê “Kaniya Aşitî” ku xwîna însanên bêsûc û bêguneh dirijîne û ji hemû gelên Rojhilata Navîn re bêîstîkrarî, koçberî û kaos tîne nedan sekinandin.

Lê NY dikaribû ji bo li hemû dewletan, Sûrî û Rojhilata Navîn demokrasî pêş bikeve li gorî rol û mîsyona xwe berpisyariya xwe ya navnetewî bi cîh bîne.

Mixabin di hemû pêvajoya şerê Surî de NY bi hemû daxuyaniyên xwe bû alîgirê berjewendiyên navdewletî bû hevkarê vî şerî. Wekê jinên li Rojava û Bakur-Rojhilatê Surî dijîn, ji roja destpêkê heta niha me bi awayekî hestiyar daxuyaniyên Sekreteriya Giştî ya NY şopand, nêrîn û daxwazên xwe bi nameyekî şand.

NY di daxuyaniya yekemîn de wiha gotibû : “Hemû operasyona leşkerî divê li hiquqa mirovî ya navnetewî û şert û mercên NY rêz bigre. Di çarçoveya hiquqa navnetewî de pêwîst e însanên sivîl û binêsaziya sivîl bê parastin.” Artêşa Tirk heta tenê li Serê Kaniyê (Resul Ayn) sûcên şer yên ku vê daxuyaniya NY bi dehan caran binpê kir pêk anîn. Bi çekên kimyewî êrîşî zarokan û gelek însanên sivîl kirin. Bi deh hezaran însan di nava yek-du rojan de ji cih û warên xwe bi darê zorê. Hevseroka Partiya Pêşerojê ya Sûrî Hevrîn Xelef, bi awayekî hovane hat qetilkirin. Li ser bedena şervanekê YPJ’ê ku li hemberî DAİŞ’ê şer kiribû, îşkenceyên ku rûmeta mirovahiyê binpê dike hatin kirin. Pir caran xebatkarên tendûristiyê ku xizmeta birîndaran dikin, hatin hedefgirtin, hinek ji wan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Li Girê Spî (Til Abyad), 3 karmendên tendûristiyê ji aliyê çeteyan ve hatin revandin û bi awayekî hovane hatin kuştin. Dîsa gelek kes malên xwe, karên xwe, dikanên xwe, hemû malhebûnên xwe li pey xwe hiştin û ji cih û warên xwe qût bûn. Hêza îtifaqê ya dewleta Tirk a vî şerê qirêj, mal û milkên welatîyên ku bi mecbûrî cih û warên xwe terikandin, weke xenîmet desteser kirin û niha jî her tiştê wan talan dikin. Dema ev kiryar pêk werin, em çawa dikarin bêjin “parastina sivîl û avahiya bingehîn ên sivîlan” pêk were ! Pir zelal û eşkere ye ku NY ku li hemberî hemû cure bêhiquqiyên di vî şerê qirêj de rû dane bêdeng maye, ne li gorî pîvanên hiquqî yên însanî, li gorî hiquqê navdewletî tevdigere û dibe parçayek ji vê.

Bi awayekî eşkere xuya ye ku ew herêma ku dewleta Tirk navê “koridora ewlehî” lê kiriye, di rastiyê de bûye qada qirkirina etnîkî. Divê NY li hemberî van sûcên şer û mirovahiyê biketa nav tevgerê. Lê belê daxuyaniyên Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres ku firsenda çareseriya siyasî binpê dike, dijminatiya di navbera gelan de kûr dike û qirkirina etnîkî ya eşkere ku bi darê zorê demografiyê diguherîne bi awayekî fermî dipejirîne. Ev bi giştî weke jinên ku li vê herêmê dijîn, me dixe nav tirs û fikaran û metirsiyê çêdike. Di 2’ê Mijdarê de Sekreterê Giştî ya NY Antonio Guterres li Stenbolê bi Tayyip Erdoğan re li ser mijara bicihkirina penaberên Surî li axa Bakur-Rojhilatê Surî, hevdîtin pêk anî. Birêz Guterres di daxuyaniya piştî hevdîtinê de anî ziman ku ji bo bi rayedarên dewleta Tirk re vê planê nîqaş bikin, wê heyetek ji UNHCR bê sazkirin. Her wiha diyar kir ku ji bo NY pir girîng e ku ev vegerandina penaberan “jidil be, ewle be û birûmet be.” Lê dema ev daxuyanî hat dayîn behsa hin rastiyan nehate kirin û ve jî ji bo mirovahiyê pir şerm e. Weke mînak; li vê herêmê gel bi darê zorê ji ber gef û zextan cih û warên xwe terikandin, sedema terikandinê wan ev e ku jiyana wan di metirsiyê de ye, rûmeta wan hate binpêkirin û lê ev tevahî nedîtî ve tên. Tevî vê yekê Erdoğan di 20’ê Çile 2018’an de di encama şerê dagirkirina Efrînê de gelê Efrînê bi darê zorê koçber kir û li cih û warên wan malbatên komên cîhadîst yên hevkarên xwe anîn û bicih kirin. Bi vî awayî pergalekî hişk, li gorî şerîatê, dij demokratîk û yekperest û her wiha dijminê azadiyan û jinan ava kirin û ev yek ji aliyê hemû cihanê ve hat dîtin. Dîsa di avabûna komîteya 150 kesan a makezagona Surî de jî ev nêzîkatiya înkarê tê dîtin. Di vê komîteyê de nûnerê Kurd û jin, ku di şerê Sûrî de 9 salan li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi qehremanî şer kirin û ji bo azadiya jinan, demokratîkkirina Surî tekoşîn didin meşandin cîh nagirin. Li vê komîteyê nûnertiya jin ji sedî 20 e, lê ev yek pirsgirêkan çareser nake. Ew serçeteyê kujêrê Hevseroka Partiya Pêşeroja Surî Hevrîn Xelef a ku ji aliye gel ve hatiye hilbijartin di komîteyê de cîh digire.

Her weha li Cenevre nûnerên ASA-ÖSO yên bi DAİŞ û El Nusra re di nava tifaqê de ne hebûn. Lê cîh nedan nûnerên QSD û MSD ên ku bi salan e li hemberî DAİŞ’ê şer dikin. Pêkhateyên civakê ku 9 sal in ji bo Suriyek demokratîk, azad û aram, bi hezaran berdel dan, ew gel û jinên herêmê ne ku ev 9 sal in li ser esasê azadiya jinê pergalekî wekhev ava kirin. Her hewldanê makezagonê ku ev rastiyê ji nedîtî ve tê û çeteyên dest bi xwîn vedixwîne maseya makezagonê, wê li axa Surî, krîz û aloziyan kûrtir bike. Em weke jin, ev helwest û polîtîkayên NY qebûl nakin û şermezar dikin. Em weke jinên li herêma Bakur-Rojhilatê Surî dijîn, bang li NY dikin ku erka xwe ya ku pêwîst bû ji roja destpêkê heta niha pêk bîne, lê pêkneaniye, bicihbîne, nebê alîgirê vî şerî û qedera gelan neke qurbanê lihevkirinên aborî û li gorî rêgezên xwe yên nivîskî tevbigere. Daxwaza me ya ji saziyên jinan ku girêdayî NY’ê xebatê di meşînin an jî xwedî statuyekî ne ew e ku li gorî deng û daxwazên jinên Bakur-Rojhilatê Surî rol bilîzin. Li ser vê esasî, ji bo ev daxwazên me yên makûl û însanî ku me bi xetê giştî aniye ziman, li NY’ê şênber bibin, her kar û xebatên saziyên jinan, ji bo bidawîanîna vî şerî û aşitiyekî mayînde û birumet, gelekî girîng e.

Ji bo ew çareseriya siyasî û mayînde ku NY jî girîngiyê dide pêk were û polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî Bakur-Rojhilatê Surî dimeşîne bidawî bibe, em bang li NY’ê dikin ku polîtîka û pêkanînên hîn ciddî biafirîne. Li ser vê yekê, divê ewlehiya sînor ji aliyê hêzekî sêyemîn weke NY ve were parastin û axa Bakur-Rojhilat’e Surî ji firîna balafiran re were qedexekirin.

Pêwîst e NY bi tu awayî “projeya bajarên penaber” ê dewleta Tirk nepejirîne. Ji ber ku armanca vê guhertina demografîk û qirkirina etnîkî ye. Berovajî wê, NY’ê divê ji bo vê planê asteng bike bikeve nav hewldanan.

Pêwîst e komîteya makezagonê ku di bin sîwana Cenevreyê de hatiye avakirin, hemû nûnerên pêkhateyên netewî û jinan ên hilbijartî ciddî bigrin û cîh bidin parazvanên esasî yên rastiyan.”

Show More
Back to top button