Ji bo piştgiriya berxwedana YPJ’ê Şêniyên Navçeya Tirbespiyê daketin qadan

Di çarçoveya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê roja tekoşîna li dijî tundiya li ser jin û bi armance piştgiriya berxwedana Şervanên YPJ’ê bi hezaran şêniyên navçeya Tirbespiyê meş li darxistin.

Meş li ber Navenda Kongra Star dest pêkir, meşvanan wêneyên Şehîdên jin, alên Kongra Star, alên YPJ’ê hildan. Meşvanan siloganên “Bijî berxwedana YPJ’ê, Bijî berxwedana Rumetê” parzekirin, meş li ber navenda Ciwanan veguherî mîtîngê, mîtîng bi deqeyek rêzgirtin dest pêkir, paşê daxuyanî bi zimanê kurdî u erebî hate xwendin.

daxuyanî bi zimanê kurdî  ji aliyê Rêveberiya Kongira Star Leyla Îskan va hate xwendin. di daxuyaniyê de wiha hat gotin:  Têkoşîna 9’salan ya jinên Bakur û Rojhlatê Suriyê bi destek û heskirina jinên cîhanê hate meşandin, îro cîhan dilê bi hezaran jinan ji dorpêça pergala desthilatdar rizgar kir. Bi vê tekoşînê re vîn, bawerî, heskirin û artêşbûna jin hate avakirin.

Mîtîng bi siloganên ‘Bijî berxwedana YPJ’ê’, ‘Bijî berxwedana Rumetê’ bi dawî bû.

Show More
Back to top button