‘Divê partiyên kurdî yekitiya kurdî ava bikin’

Di vê pêvajoya ku gelê Bakur û Rojhilatê Surî tê de derbas dibin yekrêziya refa kurdî girînge. Di dema ku êrîş li ser Bakur û Rojhilatê sûriyê zêde dibin, bangawaziyên gelê kurd ji bû yekrêziya refa kurdî jî zêde dibe.

Di der barê girîngiya yekîtiya Refa kurdî de Rêveberiya giştî ye Partiya Yekîtiya Demokratîk )PYD( Erîfa Bekir ji Radyo ya mera axivî û wiha got: Gelê kurd daxwaza yekîtiyê dikin, lê hin alî hene ku heya niha li gorî berjewendiyên xwe tev digerin, Ev di dema dagirkirina dewleta Tirk ji bajarê Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî re eşkere bû.

Erîfa bal kişand li ser êrişên dewleta Tirk ên li ser herçar parçeyên Kurdistanê û wiha got: Başûr û Bakûrê Kurdistanê jî ji êrişên Tirkiyê bê par nemane, rojane siyasetmedaran li Bakûr bin çav dike û dem bi û dem êrişî Başûr jî dika, Dewleta Tirk naxweze kurd bibin xwedî stadû, lewma divê hemû partiyê kurdî li derdora Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê )KNK) kom bibin da ku li hemberî pilanên dewleta tirk bisekinin.

Di dawiyê de Erîfa bang li partiyên kurdî kir ku ji bo berjewendiyên gelê kurd tevbigerin û got: Em di pêvajoyeke hebûn û ne bûnê de derbas dibin. Gelê Kurd bi komkujî û koçberiyê re rû bi rû ye. Lewma divê partiyên kurdî ji bo ewlehî û parestina gelê xwe yekitiya kurdî ava bikin.

Lîlav HESEN

Show More
Back to top button