‘Bi hêviya ku Sala 2020′ an bibe Sala aşîtî û aramiyê’

jinên Kantona Qamişlo ji bo sala nû ji Radyoya me re daxwazên xwe parve kirin û wiha gotin: Bi hêviya ku Sala 2020′ an bibe Sala aşîtî û aramiyê.

Jina bi navê Şêrîn Muhemed wiha daxwazên xwe vegotin: “Sala 2019’ an saleke pir bi êş û xemgîn bû, ez bi hêviya ku sala 2020’an bibe sala aşîtî û aramiyê ji welatê mere, bibe sala dagirker ji xake me derkevin û gel li ser axa xwe bi aramî jiyan bikin, Bibe sala dawî ku xwîn li ser vê axê birije.”

Şêrîn Muhemed gotinên xwe wiha bi dawî kir: em wek jin hêvî dikin ku bibe sala azadiya Rêber Abdullah Ocelan.

Her wiha jina bi navê Warbîn Ibrahîm jî ji sala nû wiha daxwaz kir: “daxwaza min ji Sala nû ewe ku em bi aramî bijîn û bibe bidawîbûna şer û wêrankirinê. Em bi hêvîne ku gelê kurd di vê sale de yekrêziya xwe ava bikin. Sala xêr û xweşiyê be bi sere gelê Sûriyê de were.”

Warbîn wiha dawî li gotinên xwe anî: “hêviya herî mezin di vê sale de ku em dikin ku koçber li ware xwe vegerin û rê li ber Komkojiyan were girtin.”

Delal Cemîl

Show More
Back to top button