‘Berxwedana jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû mînak ji jinên cîhanê re’

Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek xebat dan meşandin, gelek destkeftî bi dest xist û berxwedanekî bê hempa li hember DAIŞ’ê û hêzên dagirker dan meşandin.

Derbarê berxwedana jinan ya di 8’salên şoreşê de Rêvebiriya navçeya Çilaxa Suheyla Şemo ji Radyo ya me re axivî. Di serî de Suheyla berxwedana jinan silav kir û got: berxwedaniya pîroz ya ku jinan ji hemû pêkhatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan meşandin di warê siyasî, leşkerî û civakî de bû mînak ji hemû jinên cîhanê re, û bi taybet berxwedana jinan di çeperên şer de cîhan hejand.

Her wiha Suheyla derbarê hedef girtina dewleta Tirk ya dagirker ji jinan wiha nirxandin kir: Ji destpêka şoreşa li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve dewleta Tirk û çeteyên xwe bi taybet jin kirin hedefa xwe, sûcê kuştina siyasetmedar Hevrîn Xelef û temsîl kirina bi cenazeyê şervana YPJ Amara Rênas vê yekê bi rengekî zelal derdixe pêş çavan, lê ev yek tenê tê wateya tirsa ji îradeya jina azad heta cenazeyên şehîdan ji xwe re xeterî dibînin.

Di dawiyê de Suheyla Şemo got: ne dewleta Tirk û ne çeteyên girêdayî wê dikarin hêviyên jinan ya jiyan kirinke bi azadî têk bibin, lê ya giring ewe ku hişmendiya civakê bi hemû pêkhateyan were pêş xistin.

Medya Silêman

Show More
Back to top button