‘Armanca Tirkê têkbirina pirojeya netewa demokratîk e’

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk va hatine dagir kirin guhertina demografî li wan herêman pêk tê, lê heya niha tu kesî dengê xwe li hem ber dewleta tirk negiriye.

Derbarê mijarê de Endama Buroya jin ya şarederiya gal ya kantona Qamişlo Şehnaz Teyeb ji mera axivî û got: Ji destpêka aloziya Sûriyê ve hêzên herêmî û derve bi çarenûsa gelê sûrî dilîzin, yek jivan dewletan dewleta Tirk bû destek da komên terorîst yên herî dawî ya navê ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’, Tirkiye van çeta wek alavekê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne.

Şehnaz bi bîr xist ku armanca dewleta Tirk têkbirina pirojeya netewa demokratîk, guhertina demografî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û koçberkirina gelê herêmê ye. Şehnaz anî ziman ku Tirkiyê niştecihên herêmê yên resen koçber kirin û malbatên çeteyan li şûna wan bi cih kirin, mal û milkê sivîlan talan dikin û didizin û jinan binçav dikin û kiriyarên li dij exlaqê di derheqê wan de pêktînin, di heman demê de armance dewleta Tirk ewa ku tevliheviyê di navbera şêniyan herêmê de derbixa.

Şehnaz wiha berdewam kir: kiryarên Tirkiyê li dijî qanûnên navdewletî û mirovahiyê ne, lê heya niha tu kesî dengê xwe negiriye, ev yek dide diyarkirin ku hemû dewletên berjewend perest hevkarin û destê wan di xwîna gelê sûrî de heye.

Şehnaz di dawiyê de bang li dewletê navdewletî û saziyê mirovî kir ku li hember kiryarên dewleta tirk bê deng nemînin.

Lîlav Hesen

Show More
Back to top button