‘Kongira Star bû hêviya hemû Jinan’

Tevgera jinê di despêkê de Li Rojavayê Kurdistanê,  bi navê Yekîtiya Star xwe bi rê ve dibir. Paşê di 15’ê çileya 2016’an de Kongreya Star xwe weke tevgera jin a Rojava îlan kir. Hewil da ku jin di hemû qadan de xwe birêxistin bikin çi siyasî, rêxistinî û leşgerî be.

Rêveberiya Kongira Star a taxa Xerbî ya Kantona Qamişlo Menîca Heyder  Bi rasthatina salvegera damezirandina Kongreya Star re, ji Radiyoya mere axivî û got: di serîde ez salvegera damezirandina Kongireyê ya 15’mîn li hemû jinên Cîhanê bi taybet jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku îro berxwedan bi tîpên zêrîn nivîsîne pîroz dikim, di sala 2005’an li Rojava despêkê bi navê (yekîtiya star) dest bi tevgera jinan kir, despêka ku hat avakirin biçûk dihat nasîn di navbera jinên kurd tenê de bû, me bi zehmetî û têkoşînê kar û xebatê xwe dida meşandin.

Menîcayê wiha pê de çû: di 15’ ê Çileya 2016’ an kongira Star xwe wek tevgera jin li Rojava îlan kir, kongira Star nasnema hemû jinan e, jinên Cîhanê bi tevahî di bin mîsaqa Kongireyê de kar û xebata xwe dimeşînin, jin ji her pêkhatî dikarin cihê xwe di nava vê tevgerê de bigirin.

Menîcay Heyder wiha dawî li gotinên xwe anî: emê her tim kar û xebata xwe bidomînin bi rengekî xweş û gevne bi pêş de. Bi fikir û felsefa Rêber APO em gihan vê astê.

Delal Cemîl

Show More
Back to top button