“Rêber Ocelan ji bo me Sembola aşîtî û hebûnê ye”

Ji sala 2015’ an ve Dewleta Tirk ya dagirker tecrîdeke girankirî li ser Rêber Abdullah Ocelan ferz kiriye, Roj bi roj Parêzerên Ocelan daxwaza hevdîtinê bi wî re dikin lê ji aliyê Dewleta Tirk ve hevdîtin tên redkirin.

Derbarê vê mijarê de Endama Lecina jin a taxa Xerbî ya kantona Qamişlo Şemsîxan Gilo axivî û got: “tecrîda ku îro li ser Rêber Apo tê meşandin wijdanê mirovan tehemul na ke, Rêberekî ku bi milyonan kes wî dixwazin, Rêberê ku di Cîhanê de Fikir, Raman û Felsefa azadiya wî di duniyayê de belav bû ye. tecrîda ku li ser Ocelan tê ferzkirin em bi tundî şermezar dikin. Ocelan ji bo me Sembola aşîtî û hebûnê ye”

Şemsîxanê wiha anî ziman û got ku: “Dewleta Tirk tecrîdê ne di şexsê Ocelan de tenê dimeşîne gel hemû di vê tecrîdêde ye, Rêber Apo fîzîkî ev 20’ salin di zindanê de ye lê fikrê wî azad e, kes nikare felsefeya wî dîl bigire, em Rêberê xwe dîl nabînin ji ber ku fikrê wî di nava me da berdewame û wê her bidome, têkoşîna Rêbertî ne jibo gelê Kurd tenê ye lê belê ji bo her mirovekî bindeste.”

Şemsîxan Gilo di dawiyê de wiha got: “divê em hemû pêkhatî rabin li ser piyan, hertim li kolanan bin heta em Rêberê azadiyê, mirovahiyê û aşîtiyê azad bikin, em bi hêviya ku ev sal bibe sala azadiya Rêber Ocelan.”

Delal Cemîl

Show More
Back to top button