Meclisa Jinên Sûriyê banga bidawîkirin dagirkeriya Tirk a li Sûriyê kir

Meclisa Jinên Sûriyê têkildarî salvegera duyemîn a êrişên dagirkirinê yên li ser kantona Efrînê daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyanî wiha ye:

“Du sal li ser êrişên Tirkiyê  yên dagirkirina Efrînê re derbas bû. Dagirkeriya Tirk di operasyona xwe ya bi navê kaniya aştiyê de bajarê Girê Spî û Serêkaniyê jî dagir kir. Êrişên aloziya Sûriyê derbasî qonaxeke nû kir, anku qonaxeke hesabên rêveberiyên herêmî û navdewletî rastî hev hatin û têkildarî pêşeroja Rojhilatê Sûriyê hevpeymanên nû têne diyarkirin.

Tirkiyê rola herî xirab di hemû kongre û danûstanên bi mijara çareserekirian aloziya Sûriyê de list. Di van kongreyan de Tirkiyê bi hinceta kêmkirina şer hewl da serweriya xwe li herêmên Sûriyê mîsoger bike. Lê ev serwerî cûreyek ji dagirkirina herêman e lê bi navên cûda ye da ku van herêman bike navendek ji komên xwe yên çekdar ên terorîst û bargehên perwerdeyê.

Hêzên dagirker ênTirkiyê da ku rola xwe di Sûriyê de temam bike di dîroka 20‘ê Çileya 2018‘an operasyoneke bejahî û hawayî li ser bajarê Efrînê ya Sûriyê da destpêkkirin, hemû lihevkirin û peymanên navdewletî binpê kir. Tirkiyê bajarê Efrînê dagir kir xelkê wê koçber kir. Tirkiyê ji van êrişên xwe re navê “Şaxê Zeytûnê” lê kir û parastina ewlehiya xwe ya navdewletî kir bihane.

Bi van bihaneyan Tirkiyê xaka Efrînê dagir kir, zêdeyî milyon welatiyên Sûriyê koçber kir. Ne mirov û ne jî kevir ji êrişên wê filitîn. Tirkiyê di van êrişan de çekên qedexekirî û komên çekdar ên terorîst bi kar anîn. Têkiliyên Tirkiyê bi komên çete yên di lîsteya terorê ya navnetewî de ji her kesî re eşkere ne.

Li pêşberî van êrişan bêdengiyeke navdewletî ne fêmkirî û bê hincet heye. Diyar e ku Tirkiyê ji dagirkirina Cerablus, Bab, Ezaz, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê têr nebû planên wê ji vê zêdetir e.

Lihevkirin û helwestên navdewletî yên der barê dagirkirina Tirkiyê ya li Sûriyê çi bin di encamê de sivîl xisarê dibînin û berdêlên zêdetir dibînin.

Em Meclisa Jinên Sûriyê dibînin ku Sûriyê hewcedarî xalên hevpar ên di navbera Sûriyan de ye, ku dûrî olperestî û netewperest be. Lê belê di çarçoveya projeyeke netewî be, projeyek ku têkiliyên di navera Sûriyan de vegerîne û Sûriyê ji dagirkerên derve rizgar bike.

Em bang li civaka navdewletî û saziyên wê dikin ku alîkariyê gelê Sûriyê bikin da ku sînorekî ji gefên Tirkiyê yên domdar li dijî xaka Sûriyê de deyne û Tirkiyê neçar bike ku bêyî şertan ji xaka Sûriyê derkeve û xaka wê li xwediyê wê vegerîne. Her wiha hesab ji Tirkiyê biwain ji ber binpêkirinên û sûcên wê yên li dijî sivîlên Efrînê û deverên din ên dagirkirî.”

Show More
Back to top button