Ji MSD`ê daxuyaniya salvegera êrişa li ser Efrînê

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di salvegera duyemîn a êrişên dewleta Tirk ên li ser kantona Efrînê de daxuyaniyek ji raya giştî re belav kir.

Daxuyaniya MSD`ê wiha ye:

“Wekî roja îro sala 2018`an hêzên dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran û bi beşdarbûna fesîleyên bi navê Artêşa Azad êrişî bajarê Efrînê kir. Di encama wê de bi sedan şehîd çêbûn û bi deh hezaran jî koçber bûn. Dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişên hewayî û bejahî siyaseta erdê şewitandî bi kar anî. Her wiha piştre jî guhertina demografiyê, koçberkirina bi darê zorê, talankirin ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve pêk tê.

Dewleta Tirk ji destpêkê de lîstîkvanekî sereke di herêmê de ye. Armanca wê û xewn û xeyalên wê hene. Hikûmeta AKP`ê hewl dide serdema Osmaniyan vejîne. Her tim di nava tevgerê de ye da ku xewna xwe pêk bîne û ev yek ji destpêka aloziya Sûriyê ve ku derbasî sala 9`emîn bûye, diyar e.

Efrîn ji herêmên herî ewle bûn, li Sûriyê. Gelek koçber ji herêmên din ên Sûriyê pêşwazî kirin lê piştî êrişên dewleta Tirk bûye herêma herî zêde tundî, şer, talan, hilweşandin û guhertina demografiyê lê tê kirin. Bi hezaran kes ji herêmên din ên Sûriyê û bi taybet ji Idlibê hatin koçberkirin û li Efrînê hatin bicihkirin. Li beramberî vê yekê jî civaka navdewletî di nava bêdengiyeke mezin de ye.

Em wek MSD karesata li ser gelê me li Efrînê şermezar dikin. Em bang li civaka navdewletî, Meclisa Ewlehiyê, rêxistinên mafên mirovan, dewletên Koalîsyonê û Rûsyayê dikin ku dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê bi dawî bikin û şêniyên ku bi darê zorê neçarî koçberiyê bûne, li warê wan vegerînin.

Her wiha em bang li gelê xwe yê Sûriyê dikin ku bi yekdestî û bi hevgirtinê şerê rizgarkirina xaka ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin û di serî de Efrîna berxwedêr, ragihîne. Em soz didin gelê xwe yê Efrînê ku em ê têkoşîna xwe ya siyasî di civaka navneteweyî de dewam bikin.

Çareseriyeke siyasî ya aloziya Sûriyê di pêvajoya pêş de, destekdayîna hêzên me yên berxwedêr ji bo rizgarkirina Efrînê ji armancên me yên sereke ye.”

Show More
Back to top button