‘Armanca Dewleta Tirk berferhkirina dagirkeriyê ye’

Dewleta Tirk a dagirker herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên wekî Efrîn, Ezaz, Bab, Girê Spî û Serêkaniyê dagirkirin e .Demografiya van herêman dide guhartin, gelê resen koçber dike û malbatên çeteyan li şûna wan bi cih dike.

Endama Yekitiya Rewşenbîrên kantona Cizîrê Leyla Ibrahîm sûcên dewleta Tirk yên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê tên kirin şermezar kir.

Leyla diyar kir ku dewleta tirk û çeteyên wê Tevahiya cureyên binpêkirinên yên li dijî exlaqî pêk anîn ji topbaran, kuştin, revadin, îşkencekirin û wêrankirin bi armanca ku şêniyên resen ên herêmê bidin koçberkirin. ev yek li Efrîn, Serêkaniyê, Girê sipî û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin eşkere dibe.

Leyla di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku sûcên Tirkiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike sûcên şerin û ev tişt got: Erodagn bi rêya guhertina demografî hewl dide herêmên din degir bike û dagirkeriya xwe berfireh bike, lewma her dem û dem êrîşê herêmekê dike, armanca wî ku destwerdanê di xaka Sûrî de bike û xewin û xeyalê osmanî bi cih bîne.

Leyla diyar kir ku “Artêşa Niştimanî ya Sûriyê” bûye amûrek di destê Tirkiyê de ku armancê xwe yên di Sûriyê û welatên din de pêk bîne û got: “Tişta ku dagirkeriya Tirk li Sûriyê û derve dike ji bo avakirina împratoriya Osmanî ye.”

Endamê Yekitiya Rewşenbîrên kantona Cizîrê Leyla Ibrahîm bang li civaka navdewletî kir ku binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin.

Lîlav Hesen

Show More
Back to top button