“Bi yekitiyê emê biserkevin”

Yekîtiya neteweyî ya Kurdî ji her demê bêtir bûye mijara rojevê, bi taybet piştî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevî wê jî hinek kesayetên Kurdî hincetan diafrînin û ji bo berjewendiya Tirkiyê ji yekîtiyê xwe didin alî.

Der barê girîngiya Yekîtiya Refê kurdî de endama Rêveberya Kongra Star ya kantona Qamişlo Xaliya Necar ji Radiyo ya me re axivî û got: pêvajoya ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di aliyê siyasî û leşkerî de tê re derbas dibe, divê tevahî partî li hev bikin û ji hembêza dijmin derkevin her wiha li ser maseya diyalogan kom bibin.

Xaliya serdana ENKS`ê ji Tirkiyê re şermezar kir û got: Dewleta Tirk ya ku ji serdema Osmaniyan ve gelek komkujî li dijî gelê Kurd pêk anîn ENKS‘ê serdana wan dike, ENKS’ê bi vê serdanê xizmeta dijminê gelê Kurd kir em bang li partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê jî dikin ku zextê li ENKS‘ê bikin da ku xeta xwe biguherîne û dest ji xizmeta dijminê kurdan berde û bang li aliyên siyasî kir ku li ser maseya diyalogan kom bibin.

Xaliya wiha axaftina xwe bi dawî kir: Kurd bi yekitiyê wê karibin li hember tevahiya lihevkirinê ku li dijî wan têne plankirin bisekinin, Ewê karibin sînorekî ji komkujiyên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne kirin deynin ji ber ku bi yekitiyê ew ê bi serkevin û bi hêztir bin, divê tevahî alî dûrî berjewendiyên dijmin bikevin û ji bo azadiya gel ku rojane ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve tê kûştin bixebitin.

Lîlav Hesen

Show More
Back to top button