PYD: Armanc ji hevdîtina ENKS û Çavuşoglu têkbirina insiyatîfa yekitiya niştimanî ye

Têkildarî hevdîtina di navbera ENKS û Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu de, PYD`ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

PYD`ê di daxuyaniyê de, bal kişand li ser bandora hevdîtinên li ser yekitiya kurdî û got: “Hevdîtina ENKS`ê bi wezîrê karê faşîst ê Tirkiyê bê ku êş û azarên ku gelê me dikşîne, di ber çavan re derbas bike, bandoreke neyinî li ser insiyatîfa Fermandariya Hêzên Sûriyê Demokratîk a nêzikbûna di navbera aliyên siyasî yên kurdî de dike. Em dibînin ku ev hevdîtin armanc jê têkbirina insiyatîfê ye û bi vê yekê ENKS`ê tê pêşberî refleksa gel. Em piştrast dikin ku gelê Kurd êdî zana bûye û êdî kesên ku şaştiyên berê dûbare bike, rehmê lê nake.”

PYD`ê da zanîn ku di rojên îro de, ji bo hîn herêmên wan, ew hewcedariya yek helwestekî zelal li dijî hêzên dagirker a faşîst in, lê danûstandina bi hêzên dagirker bi vî rêbazî, xizmeta siyaseta hêzên dagirker dike.

JI PYD`ê BANGA JI BO GEL:HIŞYAR BIN

PYD`ê di dawiya daxuyaniyê de, bang li gel kir û got: “Em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî lîstok û komployên ku li dijî wan ji aliyê hêzên faşîst re tê kirin, hişyar bin û bi rêya têkoşîna bi hev re ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî, yekitiya xwe xurt bikin.”

Show More
Back to top button