Kongreya PYD`ê dest pê kir

Beriya niha bi çend kêliyan kongreya 8`emîn a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi dirûşma “Bi yekitiya demokratîk em ê dagirkeriyê têk bibin, Rêveberiya Xweser bi pêş bixin û Sûriyeke demokratîk ava bikin” dest pê kir. 600 delege ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, başûrê Kurdistanê û Ewropayê beşdarî kongreyê bûne. Kongre li bajarokê Rimêlan ê girêdayî kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê lidarxistin.

Nûnerên MSD, QSD, Desteya Koordînasyona Nîştimanî – Tevgera Guhertin, Partiya Yekitiya Suryanî, Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, siyasetmedar, nûnerên partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên jin û ciwanan, eşîrên Kurd û Ereb, rewşenbîr û akademîsyen tev li kongreyê bûne.

Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Tê payîn ku hevserokên PYD`ê Şahoz Hesen û Ayşe Hiso biaxivin.

Her wiha tê payîn ku hevserokatiya partiyê jî were hilbijartin.

Show More
Back to top button